Erebên DAIŞî vegeriyane Şingalê..Hêzên Iraqê wan diparêzin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmergeyên Kurdên Êzdî li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, Hikûmeta Iraqê wan Erebên ku berê DAIŞî bûn û di nava wan emîr jî hene, vedgerînin Şingalê, lewma jî em wê yekê qebûl nakin û em razî nabin.
Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew Erebên ku berê DAIŞî bûn û şerê Pêşmerge dikirin, û piştre reviyabûn navçeyên Iraqê, niha careke din ligel malbatên vegeriyane sînorê Şingalê.”
Qasim Şeşo wiha got: “Hêzên Iraqê bi xwe wan Ereban diparêzin, ku di nava wan de emîrên berê yên DAIŞê jî hene û em hemûyan nas dikin.”
Şeşo wiha domand: “Em wê yekê qet qebûl nakin û em razî nabin ew DAIŞî vegerin Şingalê. Pêwîst e Hikûmeta Iraqê rêgiriyê li wê yekê bike, ji ber ku destê wan di xwîna me de heye.”




