Berdevkê PDKê: Gotûbêj ji bo diyarkirina serokwezîrê Iraqê berdewam in

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Fermî yê PDKê Mehmûd Mihemed dibêje, PDK berdewam li ser gotûbêjan bi aliyên Iraqê re li ser rewşa niha, ku çawa ev rewş derbas bibe û aramî vegere, herwiha gotûbêj li ser diyarkirina kesekî hêjayî ji bo kursiyê Serokwezîrê nû yê Iraqê berdewam in.
Mehmûd Mihemed ku Endamê Polîtburoya PDKê ye jî, ji malpera KDP.info re ragihand: “Em berdewam in li ser gotûbêjên xwe bi aliyên siyasî re ji bo normalkirin û başkirina rewşa Iraqê, ku çawa ev rewşa niha were derbaskirin, û bersva xwepêşanderan weredan,ku daxwazên wan rewa ne. Em dixwazin nerîneke me ya hevbeş hebe, ji bo ku kesekî hêjayî ji bo kursiyê serokwezîr were diyarkirin, ku ew kes di asta vê qonaxê de be.”
Mihemed wiha got: “Gelek kes hene ku vî barî navêjin ser milê xwe, ji ber ku aloziya Iraqê pir mezin e. Ya baş ew e ku li gorî destûr dewlet were rêxistin, û daxwazên rewa yên xwepêşanderan jî werin cîbicîkirin û xizmeta xelkê bikin. Nabe dewleteke dewlemend weke Iraqê û xelkê wê % 50 di nava hejariyê debin. Ev yek karesat e.”
Berdevkê PDKê wiha domand: “Pêwîst e guhertin di hizra rêveberiya Iraqê de were kirin, ku nabe pere û serweta Iraqê tenê di xizmeta deselat de be. Divê serweta Iraqê bixin xizmeta avedankirin û xizmeta welatiyan, herwiha warê zanistî pêş bikeve.”
Piştî xwepêşandanên Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dest ji karê xwe berda û heya niha kesek ji bo kursî nehatiye diyarkirin. Niha gotûbêj li ser diyarkirina kesekî wek serokwezêr tên kirin. Partiyên Şîeyan daxwaz ji çend kesan kirine ku wî kursê werbigrin, lê kesî ji wan qebûl nekiriye.
Mehmûd Mihemed ragihand: “Hinek kes li Iraqê hene ku dixwazin li ser daxwazên welatiyan siwar bibin, hem li dijî Kurdan û hem jî li dijî mezhebekê, ku ev jî rewşê aloztir dike. Niha dema wê yekê ye ku em hevdû qebûl bikin û em bi hevre dewletê birêve bibin. Nabe nerîna girûpekê li ser hemû aliyan were ferizkirin û nabe ew girûp xwe di ser yasa û destûr re bibîne.”
Mihemed wiha got: “Pêwîst e hemû partiyên Kurdistanî vê rewşa niha ya Iraqê fêm bikin û kar bikin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji bo wê yekê serdana partiyên siyasî yên Kurdistanê kir ji bo wê yekê ye, ku pêwîstiyek e di vê qonaxa niha de û divê hemû aliyên siyasî berpirsyaretî û erkê vê qonaxa hestiyar bavêjin ser milê xwe, ji ber ku niha derfet û metirsî heye, lewma jî pêwîst e em yekgirtî û yekrêz bin û bi hevre kar bikin.”




