Berpirsê liqê 8ê pêşwaziya peyvdarê PDK kir

Serbest Lezgîn endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê 8ê Partî pêşwaziya Ce'fer Êminkî endamê mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê kir û di dîdarekê da bi amadebûna hijmareka kargêrên liqê bas li barê rêkxistina Partî û çewaniya pêşvebirna wê li deverê û gihurînên vê dumahiyê yên hatîne encamdan li sînurê liqê 8 li ser astê berpirsên lîjne û yên nivêsîngehên rêkxstinê kirin.
Serbest Lezgîn di tewerkê dî yê dîdarê da digel Ce'fer Êminkî bas li seredana dawiyê ya serokê Kurdistanê û giringiya wê û pişkdariya serok di kombenda Davusê de jî kirin û divê barê de pişkdariya serokê Kurdistanê di vê kombendê de birêz nirxandin, zîdebarî baskirina rewşa siyasî li herêma Kurdistanê û Îraqa fîdral.
Paşan endamê mekteba siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê kombînek ligel Salih Heyder berpirsê nivêsîngeha rêkxstina liqê 8 bi amadebûna berpirsên pişka girêda û divê kombînê de bas li rewşa rêkxstinê û çewaniya pêşvebirina wê û serederîkirn di karê rêkxiraweyî de ligel organên rêkxstinê li sînorê liqê 8 hatine kirin.




