Mesrûr Barzanî bo Johnson: Pîrozbahiya vê serkeftina dîrokî li we dikim

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokê Partiya Parêzgeran û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson kir, bi boneya serkeftina dîrokî ya partiya wî di hilbijartinên Brîtanyayê de.
Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye: “Pîrozbahiya vê serkeftina dîrokî li we dikim, hêvîdar im bi hev re kar bikin bo girîngîpêdana bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Yekgirtî de”




