26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda PAKê ligel Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê civiya

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku partiyeke Bakurê Kurdistanê ye, ligel Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê civiya.

Di wê hevdîtinê de, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hoşyar Sîweylî jibilî ku bi xêrhatina şanda serkirdatiya PAKê kir, behsa çend mijaran kir û ew tişt bilind nirxand, wek bihêzkirina pêwendiyên dostane û jihevtêgiheştina di navbera PDK û PAKê de li ser komek pirsên girîng ên taybet bi doza Kurdî û nerîna herdû aliyan li ser pirsên niştimanî û netewî û aştiya navxwe û siyaseta derve û giringîdan û rêxistina Kurdên diyasporayê. Ji aliyekî din ve, nêzîbûna nerîna PDK û hemû ew partiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê li ser bingeha yekhelwêstiyê derbarê pirsên netewî û niştimanî û rêzgirtin li asayişa netewî ya Kurdistanê û maf û azadiyên gelê Kurd ji bo aştî û azadî û pêşkeftina civaka Kurdistanê ku li ser asta navxwe û navçeyê û navdewletî têkoşînê dikin, herwiha ji bo pêşkeftina doza Kurdî bi rêya aştiyê û hevqebûlkirinê û bi rêya diyaloga siyasî û rêzgirtin li azadiya axaftinê û pêxistina pêwendiyên siyasî li hemberî guhertin û pêşhatên deverê.

Hoşyar Sîweylî ragihand: “PDK di bin siya siyaseta hekîm a cenabê Serok Mesûd Barzanî herdem piştevaniyê li mafên rewa yên gelê Kurd li perçeyên din ên Kurdistanê dike, ew jî li ser bingeha rêzgirtin û hevqebûlkirin û çareseriya bi aştî ji pirsên siyasî bi rêya diyalogê, ew jî ji bo xizmeta aramî û ewlehiya deverê. Herwiha PDK her tundî û pênpêkirinekê li hemberî mafên rewa yên gelê Kurd qebûl nake. PDK dixwaze partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê yekgirtî bin û di pilatformeke siyasî û netewî hevbeş de hewlên xwe bidin li hemberî guhertinên siyasî li Tirkiyê, ku xwedî hêzeke bi bandor bin ji bo mafên wan ên rewa, herwiha baweriyekê di nava xwe de ava bikin û aştiya civakî û pêşkeftina siyasî di navbera xwe de ava bikin.”

Di wê civînê de, Sîweylî behsa şêwazê kar û çalakî û siyaset û nerîna PDK li ser asta derve kir û bi berfirehî behsa guhertin û pêşhatên dawî yên Herêma Kurdistanê û pêngavên çaksazî û reforman û sitratîjiya Hikûmeta Kurdistanê kir, ku hewl tên dan ku Kurdistaneke bihêz û aram li devereke wek tije şer û xwîn wek Rojhilata Navîn, pêk were. Tevî ku ew şer û nearamiya deverê gef û metirsî ye li ser doza Kurdî û li ser aştî û aramiya navçeyê.

Derbarê rewşa Iraqê jî, herdû aliyan behsa xwepêşandanên Bexdayê kirin û Sîweylî behsa nerîna PDKê kir li ser wan nerazîbûnên xelkê Iraqê û got ku daxwazên wan rewa ne, ku daxwaza reformê dikin, ku niha tê çaverêkirin partiyên siyasî yên Iraqê li ser bingeha nexşeyeke siyasî nû hevpeymaniyeke nû ji rêveberiya Iraqê re ava bikin û ew jî kar bike ji bo çareseriyê, ku nabe rol û pêgeha Herêma Kurdistanê û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên liberçavgirtin.

Ji aliyekî din ve, Hoşyar Sîweylî behsa nerîna PDK li ser rewşa niha ya gelê Kurd li Tirkiye û Sûriye û Îranê kir û nexasim jî gef û metirsiyên ser Rojavayê Kurdistanê, û dilgiraniya PDK li hemberî şer û tundiya li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan da û ragihand ku PDK her ji destpêka şer û nakokiyên li Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji partiyên Rojavayê Kurdistanê dikir ku bilez şer û êrîşên ser xelkê sivîl bidin sekinandin û bi rêya aştiyê û diyaloga siyasî şer bidawî bînin, da ku karesatên mirovî neyên serê xelkê Rojavayê Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Giştî yê PAKê Mustefa Ozçelîk pêşkeftinên Herêma Kurdistanê yên berdewam di hemû waran de bilind nirxand û pesnê piştgîrî û hewlên berdewam ên cenabê Serok Barzanî û rêbertiya PDK û Hikûmeta Kurdistanê kir, ku jibilî nêzîkkirina partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ligel Hikûmeta Tirkiyê, herwiha PDK berdewam piştevaniyê dike li çareserkirina doza siyasî ya Bakurê Kurdistanê bi rêya aştiyê, ku ji ber wan hewlên PDKê çend salan aramî li Bakurê Kurdistanê ji aliyê siyasî û çandî û aborî û perwerde û rewşenbîrî çêbû û di encamê de navçeyên Bakurê Kurdistanê geş bûn, lê piştî sala 2011 hêdî hêdî Hikûmeta Tirkiyê xwe çareseriya bi aştî û ji diyaloga siyasî bi partiyên Kurdî re, dizî û di encamê de hewlên çareseriya siyasî û geşekirina navçeyê bidawî hatin û êdî çalakiyên aştî û demokrasî yên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê sînor ji wan re hatin dîtin. Herwiha êrîşên leşkerî yên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê zêdetir nakokiyên siyasî û tundî li pey xwe anîn, ku di encamê de dostaniya di navbera gelên navçeyê de ketiye nava metirsiyê de.

Ozçelîk wiha domand, şer û bûyerên Rojavayê Kurdistanê cihê dilgiraniyeke mezin in li ser asta navxwe û navçeyê û navdewletî û pêwîst e bilez ew şer raweste û aliyên şer li çareseriyeke siyasî û bi aştî li kirîza Rojavayê Kurdistanê re bibînin, ku ji ber wî şerî bi hezaran welatiyên sivîl koçber bûne û qeyraneke mezin heye.

Şanda PAKê pêk hatibû ji, Serokê PAKê Mustefa Osçelîk, Endamê Rêbertiyê Ebdulrehman Gundikî, Endamê Komîteya Rêvebiriê û Nûnerê PAKê li Başûrê Kurdistanê Orhan Kaya.

Nûçeyên têkildar