26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmet rêxweş dike alîkarî bigihe rojava

Çavkanî: KDP.info

Kanala Kurdsat, duhî li bajarê Silêmaniyê û çend bajar û bajarokên din yên herêma Kurdistanê kampaniyayeke komkirina komek û alîkariyê bo kurdên rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Hevwelatiyên Kurdistanê bi coşeke mezin beşdarî di wê kampaniyayê de kir û komek û alîkariyên xwe gihandin bingeh û lokalên ji bo wergirtina wan alîkariyan hatine destnîşan kirin.

 

Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê jî, duhî, serdana bingehê Silêmaniyê yê komkirina komek û alîkariyan bo kurdên rojavayê Kurdistanê kir.

 Di wê serdanê de, Îmad Ehmed bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo biserxistina wê kampaniyayê diyar kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê, jibona başkirina rewşa jiyanê û dabînkirina pêdawîstiyên kurdên rojava ya ji destî bê dê bike û divî warî de xemsariyê nake.

 Ehmed sipasiya xelkê Kurdistanê kir ku, bi coşek mezin beşdariyê di komakirina komek û alîkariyan ji bo kurdên rojava dikin û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dê hemê hêsankariyan bike û rê xweş bike ku bi awayekî timam ew komek û alîkarî bigihîje kurdên rojavayê Kurdistanê.

 Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê sipasiya hemû wan aliyan kir yên ku, dest bi vê kampaniyayê kirine û ew organîzekirine.

Nûçeyên têkildar