Serok Barzanî û Konsulê Kuweyt rewşa navçeyê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê kir û di wê hevdîtinê der herdû aliyan rewşa navçeyê gotûbêj kirin.
Îro Pênçşema 12.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Omer Elkendirî Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Kuweyt li Hewlêrê silavên Şêx Sebah Ehmed El Sebah Mîrê Kuweytê bi Serok Barzanî gihand û tekez jî li ser pêşxistina peywendiyên dostaneya di navbera Herêma Kurdistan û Kuweytê kir.
Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê mijareke dinê vê civînê bû.




