DAIŞ xwe bihêz dike..Lê çeperên Pêşmerge şidyayî ne

Hewlêr-KDP.info- Pisporê leşkerî û serfermandarê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, DAIŞ bidawî nehatiye û sûdê wê valahiya ewlehî ya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de dibîne û xwe bihêz dike.
Babekir Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ bidawî nehatiye û tenê cihên wan eşkere nebûye, heya ku êrîş dikin xuya dibin, lê her mane û gelek kes piştgîriya wan dikin û wan vedşêrin, ji ber ku pêwendiya Sunneyan û Hikûmeta Iraqê nebaş e û DAIŞ sûdê ji wê valahiyê dibîne, ku di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye. Bexda nahêle Pêşmerge wan navçeyan biparêze û ew jî nikare wan navçeyan biparêze, ku navçeyeke berfireh e. Loma DAIŞ xwe li wan navçeyan bihêz dike.”
Zêbarî wiha got: “Şerê DAIŞê niha bûye partîzanî,lê çeperên Pêşmerge şidyayî ne û nikarin tiştekî bikin. Xwepêşandanên Iraqê jî bandorek kirine li ser serhildana DAIŞê, ji ber ku danûstandin dihatin kirin ji bo ku Pêşmerge û artêşa Irawê lihev bikin, lê ji ber xwepêşandanan rêkeftin nehat îmzekirin, loma eger ew valahî bi Pêşmerge were dagirtin dê DAIŞ jî jinav biçe.”




