Parlemantera Turkman: PDK herdem pişta pêkhateyên Kurdistanê digre

Hewlêr-KDP.info- Parlemantoya Kurdistanê duhî xwendina yekem ji bo pêşniyarbiryareke Turkmanan kir û PDK jî piştevaniya wê pêşniyarê kir. Parlemantereke Turkman jî dibêje, em destxweşiyê li PDKê dikin ku herdem pişta pêkhateyên Kurdistanê digre.
Sara Dilşad Parlemantera Kurdistanê ya Partiya Geşepêdanê ya Turkman ji malpera KDP.info re ragihand: “Xwendina yekem di parlemantoyê de ji bo pêşniyarbiryara (rojên boneyên neteweya Turkman) hat kirin. Ev cara yekê ye ku pêşniyarek bi vî rengî tê pêşkêşkirin, ku destkefteke mezin e ku rojên yên neteweya Turkamnî bibin rojên fermî li Herêma Kurdistanê.”
Dilşad wiha got: “Em wek Turkman destxweşiyê li helwesta PDKê dikin, ku berdewam piştevaniyê li pirsên me yên netewî dike. Ji ber ku me bi dengê PDK û Xristiyanan karî xwendina yekem ji bo wê pêşniyarê bikin, ku her vê hefteyê dê komîteya rewşenbîrî û yasayî biryar li ser were dan û xwendina duyem jê re were kirin.”




