Encûmena Wezîran rêkeftina Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kir

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Wezîran di civîna xwe de behsa rêkeftina Hewlêr û Bexdayê kir.
Derbarê danûstandinên di navbera Herêm û Bexdayê de, duhî Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî bi şanda Hikûmeta Herêmê bo guftûgo bi Hikûmeta Federal re taybet bi pirsa budceya sala 2020an civiyabû û serok û endamên şandê hûrgiliyên rêkeftina di bin çavdêriya Serokê Hikûmetê û Wezareta Darayî ya Iraqê de li ser pirsa budce hatibû encamdan, pêşkêş kirin.
Di civîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hêvî hat xwastin ku, ev rêkeftin wek xwe bê bicihkirin û dawaz ji firaksiyonên Kurdistanî û firaksiyonên din ên Parlemana Iraqê dike, di qonaxa bê de, dema proje biçe Parlemana Iraqê, bo parastina maf û destkeftên darayî yên destûrî yên Herêma Kurdistanê, hevkar û piştevan bin.




