26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Îsmaîl Beşikçî: Ti dostekî mezin ê gelê Kurd î

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Îsmaîl Beşikçî kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî ji Îsmaîl Beşikçî re got, ti dostekî mezin ê gelê Kurd î.

Roja şemî 30.11.2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya dostê Kurd û civaknas û zanayê navdarê Tirk, Dr Îsmaîl Beşikçî û şandekî li gel kir ku ji Endamên Weqfa Beşîkçî li Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî helwesta Îsmaîl Beşikçî ya li ser doza rewaya gelê Kurdistanê kir û pêzanînên xwe ji bo bîr û ramana û çalakiyên wî yên ji bo piştevanîkirina daxwaz û mafên xelkê Kurdistanê hebû û bi dostekî mezinê gelê Kurd wesif kir. Her wiha ji bilî pirsiyarkirina rewşa tendirustiyê hêviya selametî û temendirêjiyê ji bo wî xwest.

Di beşekî dinê vê hevdîtinê de Îsmaîl Beşikçî bîr û nêrîna xwe ya di derbarê rewşa niha ya navçeyê û gef û metirsiyên li pêş gelê Kurdistanê bi Serok Barzanî ragihand û daxwaz jî kir serkirdayetiya siyasiya Kurd bi hûrî û hişyariyê ve muamele li gel pêşhatan de bikin.

Her di vê hevdîtinê de şirovekirinek di derbarê bername û kar û çalakiyên Weqfa Beşikçî ya li Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî xistin rû.

Nûçeyên têkildar