25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Gelek caran me hişyar daye ku DAIŞ bidawî nehatiye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek derbarê êrîşa DAIŞê ya şeva bûrî li ser nahiya Kuleco belav kir û ragihand, çendîn car in me hişyariyê daye, ku pêwîst e civaka navdewletî bi hevkariya Herêma Kurdistanê û Iraqê de berdewam be.

Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye: “Mixabin şeva bûrî di encama êrîşa teroristên DAIŞê li ser bajarokê Kuleco ya ser bi Kifrî ve, rêvebir û du endamên asayişê şehîd bûn û çend karmend jî birîndar bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji malbatan şehîdan re dixwaze û hêvî dike ji xwedêyê mezin ku wan şehîdan bi bihuştê şad bike û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re dixwaze.

Mesrûr Barzanî di beşeke din peyama xwe de dibêje: “Ev êrîşa teroristên DAIŞê, nîşan dide ku ev rêxistina terorê hîna bi temamî nehatiye jinavbirin. Me di vê derbarê de çendîn car hişyarî daye. Lewma jî pêwîst e civaka navdewletî li ser hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam be, ji bo rûbirûbûna DAIŞê, û li ser karê ji bo nehîştina sedemên ku dibin sebeba serîhildan û çalakbûna vê rêxistia terorîstî.”

 

 


 

Nûçeyên têkildar