Serokomarê Tirkiyê û Mesrûr Barzanî: Emê pêwendiyên xwe bihêz bikin

Tirkiye-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Koşka Komariyê li Enqerê pêşwazî li Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kirin li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de.
Di civînê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya navçeyê hat gotûbêjkirin. Herdû aliyan tekez kirin li ser pêşxistina pêwendiyên Hewlêr û Enqerê. Herwiha herdû aliyan tekez kir li ser rola Herêma Kurdistanê di aramiya navçeyê de.
Mesrûr Barzanî di civînê de got ku Herêma Kurdistanê fakter e ji bo aramî û asayişê ye li deverê. Herwiha got jî ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe ligel Tirkiyê bihêz bike, nexasim di warê bazirganî û abûrî de.




