Hewlên Nêçîrvan Barzanî ji bo yekrêziya partiyên Kurdistanê berdewam in

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berdewam e li ser hewlên xwe ji bo yekrêziya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û îro serdana Polîtbûroya PDK û Komela Îslamî ya Kurdistanê kir.
Di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe de ligel partiyên siyasî yên Kurdistanê, îro Çarşema 27.11.2019 li Hewlêrê Nêçîrvan Barzanî ligel herdû cîgirên xwe Mistefa Seyid Qadir û Ceifer Şêx Mistefa serdana PDK û Komela Îslamî ya Kurdistanê kir.
Di herdû civînan de tekezî hat kirin li ser yekhelwêstiya hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê derbarê pirs û mijarên sereke yên li ser asta Kurdistan û Iraqê.
Nêçîrvan Barzanî spasiya helwesta partiyên siyasî yên Kurdistanê kir ku bi deng û hewl û pêngavên Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatin ji bo tebayî û yekrêzî û karêhevbeş li ser asta bûyer û pêşhateyan, nexasim jî hewlên avakirina hevpeymaniyeke Kurdistanî li Bexdayê ku bikaribe bi yekgirtî nûneratiya berjewendiyên gelê Kurdistanê bike û bergîriyê li maf û destkeftên gelê Kurdistanê bikin.
Ji aliyê xwe ve, her yek ji PDK û Komela Îslamî ya Kurdistanê pesnê hewl û pêngavên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokatiya Herêma Kurdistanê dan û piştevaniya xwe ji bo yekrêzî û tebayî û yekhelwêsta Kurdistanê nîşan dan.




