25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

YNK û Goran hewlên Nêçîrvan Barzanî ji bo yekrêziya partiyên Kurdistanê bilind nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Silêmanî-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê ragihand ku serokatiya Herêma Kurdistanê sîwan e ji bo komkirina hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê. YNK û Goran jî hewlên Nêçîrvan Barzanî ji bo yekrêzî û yekhelwêsta aliyên Kurdistanî, bilind nirxandin.

Îro Sêşema 26.11.2019 Nêçîrvan Barzanî ligel herdû cîgirên xwe Mistefa Seyd Qadir û Şêx Ceifer Mistefa li bajarê Silêmaniyê serdana Tevgera Goran û Polîtbûroya YNKê kir.

Di wan hevdîtinan de Serok Nêçîrvan Barzanî rola YNK û Goran bilind nirxand ji ber ku herdû alî piştgîriyê dikin li pêngavên wî yên ji bo yekrêzî û tebayiyê li Herêma Kurdistanê. Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez kir li ser giringiya yekhelwêstî û karê hevbeş ê hemû partiyên siyasî, nexasim di wê rewşa nihaya ku Iraq û navçe tê de derbas dibe.

YNK û Tevgera Goran jî pesnê rol û hewlên Nêçîrvan Barzanî û serokatiya Herêma Kurdistanê dan û pêngavên wan ji bo bihêzkirina yekrêzî û yekhelêstî û tebayiyê li Herêma Kurdistanê bilind nirxandin.

Di herdû civînan de, jibilî nirxandina rewşa Iraqê û navçeyê û bandora wan li ser Herêma Kurdistanê, tekezî li ser giringiya rola serokatiya di hewlên ji bo yekxistina proseya yekxistina Hêzên Pêşmerge de û avakirina hevpeymaniyeke Kurdistanî di Parlamentoya Iraqê de, hat kirin.

Herwiha tekez hat kirin ku pêwîst e ew partiyên Kurdistanî li Iraqê pêkve kar bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel Iraqê û mafê destûrî yên Kurdistanê parastî bin û rewşa Iraqê bi giştî aram be.

Serok Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re serdana gorên herdû rehmetî Newşîrwan Mistefa û Celal Talebanî kirin û tacên gulan danîn ser gorên wan.

 

Nûçeyên têkildar