25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û şanda Brîtaniya: Rewşa xerab a Iraqê ne di berjewendiya hemû navçeyê de ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Berpirsa Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya ya Wezareta Derve ya Brîtanyayê Stephanie Al-Qaq civiya

Di civînê de, ku Konsûlê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton amade bû, danûstandin derbarê dawî guhertinên Iraq û navçeyê hatin kirin.

Tekezî li wê yekê hat kirin, ku necîgiriya rewşa Iraqê, ne di berjewendiya welatiyên Iraq û navçeyê de ye. Hat diyarkirin, ku pêwîst e derfet bi Serokwezîrê Iraqê bê dayîn, ji bo bersivdana daxwazên rewa yên xwepêşanderan û encamdana çaksaziyan.

Her di wê civînê de, şanda Brîtanî piştevaniya xwe ji bo çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybet li Wezareta Pêşmerge derbirî.

Nûçeyên têkildar