Li Kerkûkê teqîn: 15 kuştî û 88 birîndar

Evroj sê teqînên mezin li bajêrê Kerkûkê çê bûn û di encam de, di encamê de li bajêrê Kerkûkê 15 kes hatine kujtin û 88 jî birîndar bûne.
Evroj otombîleka mayinkirî li naverasta bajêrê Kerkûkê teqîya û bi deyan kes bûne qurbanî û pişt re du terorîstan xwe li nêzîkî rêvebiriya polîsên bajêrê Kerkûkê teqandin û hejmarek kes bûne qurbanî.
Herweha wênegir û nûçegihanê kenala Peyam di encama teqîna duyem de, birîndar bûn.




