400 hezar dê bi her xêzanekê bihête dan

Dîndar Duskî, wezîrê koç û koçberên Îraqê ragehand wan razîbûn ji hikûmeta Îraqê wergirtî ye ku her xêzaneka aware kujmê 400 hizar dînaran û her awareyekê zigurd kujmê 150 hizar dînaran bidinê ku bi tenê ev arîkarî ye dê bo carekê be.
Ji aliyekê dî ve, rêveberê koç û koçberan li parêzgeha Duhokê bo Evro diyar kir ku hatina awareyan ya berdewame û got: Dorên hizar xîvetên dî, dê bo mişextên kemipa Dumîz bihêne danan




