26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balafirên Tirkiyê li Xanesora Şingalê dan

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Çavkaniyekê ji devera Şingalê ragihand ku îro Sêşema 19.11.2019 balafirên şer ên Tirkiyê li nahiyeya Xanesorê ya ser bi Şingalê ve dan.

Wê çavkaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Balafirên Tirkiyê li nava Xanesorê dan, ku li wî cihî dan ku navenda PKKê lê bû. Ziyanên canî jî nehatine belavkirin.”

Wiha jî got: “Rewşa Şingalê hêj xerab e û tirseke mezin ketiye dilê xelkê, ku balafir dîsa li navçeyê bidin û malên wan jî bikevin ber lêdana balafiran.”

Ev çendîn car e ku balafirên Tirkiyê li cih û navendên PKKê yên li Şingalê didin û di encamê de qurbanî derdikevin.

Nûçeyên têkildar