Daxuyaniyek ji Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de nûçeyeke nerast a malpereke Amerîkî red dike û radigihîne, emê riyên yasayî li hember wê nûçeya derew bikar bînin.
Di daxuyaniyê de hatiye, “Di çend rojên bûrî de nûçeyeke nerast li malpereke Amerîkî hatibû belavkirin û bi awayekî ne rewa navê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi babeta kirîna vîlayekê (xaniyeke mezin) anîbû. Mixabin hin malper û medyaya navxwe jî bi awayekî çaweşkarane girîngî dane wê nûçeya nerast. Em di Ofîsa Serokê Hikûmetê de, jibilî ku wê nûçeyê red dikin (derew dibînin), emê riyên yasayî li hember wê çaweşkariyê bikar bînin.”




