26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Mesûd Tek: Divê pirsa Kurdî bi aştî û dadperwerî were çareserkirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind a Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) bi serokatiya Serokê wê partiyê Mesûd Tek kir.

Di hevdîtinê de, tekezî li ser yekrêziya hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanî hat kirin, ji bo çareserkirineke dadperwerane ya pirsa Kurdî bi awayekî aştiyane û dûr ji tundûtûjiyê, ku faktereke sereke ye ji bo çespandina aştî û aramiyê li navçê.

 

Nûçeyên têkildar