25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û şanda Kongrêsa Amerîka pêşhatên Sûriyê û rewşa penaberan gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Kongrêsa Amerîkayê îro li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û di wê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa navçeyê bi giştî û pêşhatên Sûriyê bi taybetî gotûbêj kirin.

Şaneke Kongrêsa Amerîkayê ku di bin serokatiya Adam Smith, Serokê Komîteya Hêzên Çekdarî li Kongrêsê de ji Mark Tuller, balyozê Amerîkayê li Bexdayê û hejmareke berpirsên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û Iraqê pêk li Kurdistanê ye û kombûnên xwe yên li gel berpirsên kurdistanê berdewam dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda Kongirêsa Amerîkayê civînek encam dan û di civînê de rewşa Iraqê û xwepêşandanên ku li wî welatî birêve diçin jî hatine gotûbêjkirin û di civînê de alî li ser sedemên encamdana xwepêşandanan, daxwazên xelkê ku li kolanan e û dahatûya siyasî û rewşa emnî li Iraqê, rawestiyane.

Di civînê de ku cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê, balyozê Amerîkayê li Iraqê û şandên herdu aliyan jî beşdar bûn, pêşveçûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û diyaloga çareserkirina pirsgirêkan, rewşa herêmên Kurdistanî û metirsiya serîhildana DAIŞê ji nû ve û çawaniya rûbirûbûna wê û herwiha rola Amerîkayê bo alîkariya di wê mijarê de, behs li ser hatin kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, derbarê pêkhateyên li Herêma Kurdistanê, tekezî li ser pêkvejiyan û hevqebûlkirina hemû pêkhateyên olî û netewî li Kurdistanê kiriye, herwiha behsa çaksaziyên li nav Wezareta Pêşmerge kir û spasiya Amerîka û welatên din ên hevpeymana navdewletî kir ku hevkariya Herêma Kurdistanê kirine.

Herwiha di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa rewşa navçeyê bi giştî û pêşhatên Sûriyê û penaberên wê û hatina wan bo Herêma Kurdistanê bi taybetî kirin û herdû aliyan tekez kirin li ser giringiya aramiya navçeyê.

 

Nûçeyên têkildar