26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ragihandinek ji Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê bi êrîşa terorîstiya li ser sê mamostayên olî yên bajarê Kerkûk

Çavkanî: KDP.info

Roja sêşema 29.01.2013 sê mamostayên olî yên bajarê Kerkûk li dema vegerana wan ya ji Çemçemal ve berev bajarê Kerkûk ketin ber destdirêjiya gulleya terorîstan û bi wê sedemê ve mamosta Remezan Şukûr Husên (Pêşnimêj û gotar xwêndê mizgefta (Şafî'î ya taxa Rizgarî) ya bajarê Kerkûk hate şehîd kirin û du ji gotar xwendê rêhevalên wî jî birîndar bûn.

Em bi tundî vê tawana mezin şermezar dikin û daxwaz ji dam û dezgehên emnî û Parêzgerê Kerkûkê dikîn ku bi zûtirîn dem tawanbarên vê kiryara nemirovane peyda bike û radestî yasayan bikin. Mamostayên olî ji bilî wê yekê ku hilgirê peyamê aştî û xwedaperestiyê bûne bi navê serbilindiya gelê xwe her dem li hêla pêşa qurbanîdanê û fedakariyê bûne.

Ji yezdanê mezin hêvî dikîn canê mamostayê şehîd bi bihûşta fireh şad bike û serxweşiyê li malbat û kesukarên wan dikîn û hêviya başbûnê jî ji bo her du mamostayên olî yên din dixwazîn ku li vê rûdawa diltezîn da birîndar bûne.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
31.01.2013

Nûçeyên têkildar