26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Qeter li ser rewşa Sûriyê axivîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Dewhaya paytexta Qeterê ligel Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman El – Sanî civiya û di wê hevdîtinê de herdû aliyan rewşa deverê gotûbêj kirin.

Di wê civiya ku îro Sêşema 29.10.2019 birêve çû, herdû aliyan pêşhatên rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê ligel Qeterê gotûbêj kirin. Herwiha herdû aliyan behsa derfeta veberhênanê li Herêma Kurdistanê ji bo sektora taybet a Qeterê û hewlên ji bo vekirina Konsulxaneya welatê Qeter li Herêma Kurdistanê kirin.

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Qeter li ser rewşa Sûriyê û bandora wê li ser deverê axivîn. Di civînê de balyozê Iraqê li Dewha û balyozê Qeter li Bexdayê beşdar bûn.

Nûçeyên têkildar