26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Deriyê me ji penaberan re vekirî ye û ji bo xizmeta wan divê Almanya alîkariya me bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Almanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî got, deriyê Herêma Kurdistanê ji bo koçber û penaberan vekirî ye û ji bo alîkariya wan jî pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi alîkariya Almanya û civaka navdewletî heye.

Îro Dûşema 28.10.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ole Diehl Balyozê nû yê Almanya li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku xanima Barbara Wolf Konsola Giştî ya Almanya li Hewlêr û Cîgira wê Sven Krauspê amadebûn, Balyozê Almanya li Iraqê pêzanînên xwe ji bo aramiya li Herêma Kurdistanê hebû û ragihand welatê wan spasiya wê rola Herêma Kurdistanê li penadan û hewandina koçberan dike ku erkekî girane.

Balyozê Almanya herwiha ragihand ku Almanya di piştevanîkirina Herêma Kurdistanê de û herwiha kar û çalakiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê yên di warên geşepêdan û aramiyê de berdewam dibin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî hêviya serkeftinê di erk û karên Balyozê nû yê Almanya de xwest û di derbarê rewşa koçberan jî wê yekê xisterû ku Herêma Kurdistanê dergehên xwe ji bo koçberan vekiriye û li babeta hewandina koçberan de, pêwîstî bi yarmetî û piştevaniya Almanya û civaka navdewletî heye.

Her di vê civînê de bandora guhertin û pêşhatên Sûriyê li ser aramiya Herêm û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û metirsî û gefên terorîstên Da'îş yên li ser paşaroja Iraq û navçeyê bi taybetî li piştî kuştina Bexdadî guftûgo kirin.

Rewşa siyasiya Iraq û alozî û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên Başûrê Iraqê û herwiha pêwendiyên di navbera Herêm û Bexda û rewşa Kerkûkê mijareke dinî vê civînê bûn.

Nûçeyên têkildar