Nêçîrvan Barzanî: Hemîd Hecî Derwêş jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe derbas kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Hemîd Hecî Derwêş peyameke sersaxiyê belav kir û tê de got ku, rehmetî jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe derbas kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Ji bo koça dawiyê ya xwedê jê razî Hemîd Hecî Derwêş Sekreterê Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurd li Sûriyê, ez sersaxiyê ji malbat û dost û heval û mervên rehmetî re dixwazim. Ez hevxemê wan im.
Rehmetî Hemîd Hecî Derwêş jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe derbas kir û di vê riya han de gelek zor û zehmetê dît.
Xwedayê mezin canê wî bo dilovanî û behişta xwe şa bike û serbir û hedarê bide malbata wî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê”




