Soran: Alîkarî jibo penaberên Rojava tê komkirin

Qayimeqama qezaya soran ragihand, ku dê li qezaya Soran hevkarî ji bo kurdên rojavaya Kurdistanê yên li kempa Domîz bihê komkirin.
Di evê bareyê de, qayimeqama qezaya Soran Kirmanc Izzet ji PNA re ragihand, ku duh li Soran dest bi komkirina hevkariyan ji bo kurdên rojavayê Kurdistanê yên li kempa Domîz a li parêzgeha Dihokê, hat kirin.
Kirmanc Izzet weha jî da zanîn, ku dê komkirina hevkartiyan heta hefteyekê berdewam be.




