Hikûmeta Kurdistanê: 8 hezar penaber ji Rojava hatine Başûr û çi ji pêwîst be emê ji wan re bikin

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr civiya û rewşa Rojavayê Kurdistanê û penaberên ku ji wir tên Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.
Destpêkê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, ku di rojên bê de û piştî derbasbûna sed rojî ji karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê raporteke berfireh tê belavkirin û tê de hûrgiliyên kar û projeyên hatine encamdan û yên nehatine endamdan ligel ronîkirina sedemên nehatina encamdana wan tên diyarkirin. Di wê derbarê Serokwezîr got, hikûmet ya xelkê ye û divê di xizmeta xelkê de be û mafê welatiyan heye ku bizanin hikûmetê heta niha çi kiriye.
Piştre ronî xiste ser guhartinên Iraqê û amaje bi wê kir ku ew ligel daxwazên rewa yên xwepêşanderên Iraqê ne, lê bi ti awayekî ne ligel tundûtûjiya ji her aliyekî ve ne. Got jî: Arambûna rewşa Iraqê, di berjewendiya xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê de ye. Herwiha got jî: “Hêvîdar in pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de li gor destûrê bêne çareserkirin û Bexda bersiveke erênî bide pêşniyazên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”
Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe derbarê alozbûna rewşê nîşan da û amaje bi wê da, ta niha 8 hezar penaber ji ber wê rewşê berê xwe dane Herêma Kurdistanê. Herwiha da zanîn jî, her çi pêwîst be Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê alîkariyê wan bike, lê divê Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navdewletî jî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.




