Serok Barzanî spasiya serok û gelê Fransa kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî Sêşema 22.10.2019 bi rêya Twitterê peyamek nivîsandiye û tê de spasiya serok û gelê Fransa dike.
Serok Barzanî di wê peyamê de dibêje: “Serok Macron sipas ji te re û sipas ji gelê Fransa re.”
Tê zanîn ku Fransa berdewam yek bû ji wan welatên ku piştgiriya mafê gelê Kurdistanê kiriye û di karesat û nexweşiyan de pişta Kurdan girtiye û herdem helwêstên wê mirovane bûne.





