26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heya niha 5 hezar penaberên Rojava hatine Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku heya niha 5 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê ji ber şer hatine Herêma Kurdistanê.

Rêber Ehmed derbarê hatina koçberên Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wezaretên pêwendîdar erikdar kirine ku bi baştirîn şêwe pêşwaziyê li koçberan bikin. Lewma jî amadekarî ji bo hatina koçberan hatiye kirin û heya niha 5 hezar koçber hatine Herêma Kurdistanê.”

Ehmed wiha got: “Koçberên Rojava li aliyê Rojava pirsgirêk ji wan re derdikevin û neçar dibin ku bi qaçaxî bên Herêma Kurdistanê û pereyan didin heya ku xwe bighînin vir.”

 

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Wek berê sînorê me bi Rojavayê Kurdistanê re vekirî ye û alîkariyên mirovî ji bo Rojava tên şandin. Lê li aliyê Rojava pirsgirêka hatina Başûr ji koçberan re derdikeve.”

Nûçeyên têkildar