26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehmûd Mihemed bo Evîn Încîr û Qadir Kesîrge: Zêdetir piştgiriya gelê Kurd li Rojava bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Heval Mehmûd Mihemad Endamê Polîtbûroya PDKê pêşwazî kir li Endama Parlamentera Yekîtiya Ewropa Evîn Încîr û Parlamenterê Swêd Qadir Kesîrge kir.

Di wê hevdîtinê de Mehmûd Mihemed bandor û rola Kurdên diyasporayê bi girîng wesif kir û got ku pêwîst e bi taybetî di vê rewşê de li ser asta Ewropa hewlên xwe zêde bikin ji bo zêdetir piştgiriya li gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û alîkariyên mirovî ji koçberan bişînin.

Mehmûd Mihemed herwiha hewlên Serok Masûd Barzanî û PDK ji bo arambûna rewşa xuşk û birayên me li Kurdistana Sûriyê nîşan da û hêvî xwest ku bi zûtirîn dem dawiya wê xwînrijandin û karestan were û gelên mavçeyê bi hêminî û aramî bijîn. Derbarê vê yekê de jî Mehmûd Mihemed spasiya helwêsta gel û parlamento û Hikûmeta Swêd kir di piştevaniya gelê Kurdistanê de.

Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan, jibilî ku pesnê rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê dan li ser asta navçeyê, herwiha daxwaz jî kirin ku helwêsta tevahiya partiyên siyasî yên Kurdistanê di rûbirûbûna pirsgirêkan de yek be. Şanda mêvan herwiha pesnê rola PDKê da ji ber pêwendiyên wê û ji ber pêgeh û xebata wê ya dîrokî.

Di civînê de, şanda mêvan ragihand ku Hikûmeta Swêd biryar daye ku 10 milyon dolar bide koçberên Rojavayê Kurdistanê. Herwiha tekez kirin ku li ser asta Parlamentoya Ewropa jî ew hewl didin ku piştgiriya gelê Kurd bikin.

Di dawiya hevdîtinê de herdû aliyan tekez kir ku pêwîst e pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Swêd de bihêz bin.

Nûçeyên têkildar