“Li ser fermana Mesrûr Barzanî divê bi baştirîn şêwe pêşwazî li penaberên Rojava bê kirin”

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaz ji wan kiriye ku bi baştirîn şêwe amadekariyan bikin ji bo pêşwazîkirinê li koçber û penaberên ku ji Rojavayê Kurdistanê bên Başûrê Kurdistanê.
Rêber Ehmed got ku, Mesrûr Barzanî wezaretên pêwendîdar erikdar kiriye ji bo ku bi baştirîn şêwe amadekariyan bikin ji bo pêşwazîkirinê li koçber û penaberên ku ji Rojavayê Kurdistanê bên Başûrê Kurdistanê.
Ehmed wiha domand: “Tevî ku rewşa darayî ya Hikûmeta Kurdistanê nebaş e, lê amade ye ji bo pêşwaziya li koçber û penaberên nû û daxwaz ji civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî û Hikûmeta Iraqê kiriye ku alîkariya wan bikin di pêşwaziya penaberan de.”
Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê ragihand ku rojane bi sedan penaberên nû ji Rojavayê Kurdistanê tên Herêma Kurdistanê û heya niha hezmara wan gihîştiye 5 hezar kesî.




