Barzan .. Kesukarên şehîdên yekê şubatê serdana mezarê nemiran kirin
Bihelkevta burîna 9 saliya karesata diltezîna yekê şubatê duhî xêzan û kesukarên rehmetî şehîd Şewket Şêx Yezdîn digel komeka kadr û hevalên rehmetî seredana mezarê nemiran û kurê rehmetî li goristana Barzan kirin li demê gehştina wan bo ser mezarê nemran li Barzan ji layê birêz Xelat Barzanî nuwenerê cenabê serok Barzanî bi germî hatine pêşwazî kirin, paş danana qeftên gulan û xwendina sureta fatîhe li ser mezarê nemiran binavê şandê birêz Ce'fer Êmînkî peyvek pêşkêş kir û têda runahî xiste ser xebat û rêbaza nemiran û karesata yekê şubatê.




