Mesrûr Barzanî bo berpirsê Amerîka: Ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê em dilgiran in

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 15/10/2019 Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Deyvid Şinker Harîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhelata Nêzîk.
Di civînê de, ku Matyo Tuler, Balyozê Amerîkayê li Iraqê jî amade bû, gotûbêj derbarê guhertinên Iraq û Sûriyê hat kirin.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe derbarê rewşa niha ya rojhelatê Furatê û Rojavayê Kurdistanê û encamên wê, nîşan da.
Tekez jî li wê yekê kir ku pêwîst e dawî bi tundûtijî û girjîya deverê bê, çunku dirêjbûna şer û alozîyan li deverê , zemîneya saz dike bo vegeran û serheldana rêkxistîyên teroristî.
Herweha amaje bi wê yekê jî hat dan kun pêwîst e civaka nêvdewletî hevkariya Herêma Kurdistanê bike li vehwanindina aware û penaberan ku biegera şer û alozîyên devrê berê xwe dayîne Herêma Kurdistanê.
Di tewereke din a civînê de, piroseya gotûbêjên di navera Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedrala Iraqê gengeşe kirin. Amaje bi wê yekê hat dan, hikumeta Herêma Kurdistanê çenîn pêşnîyaz bo çareserkirina pirsgirêkan pêşkeş kirîye, lewra çaverê dikin Bexda pêngavên ciddî bo çareserkirin a pirsgirêkan bihavêje li ser bingeha destûr.




