26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û şanda leşkerî ya Brîtaniya li ser rewşa Sûriyê axivîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şandeke bleşkerî ya bilind a Brîtanya bi serokatiya Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Brîtanya li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqya Sir John Gordon Lorimer çend pirsên girîng guftûgo kirin û tekez kirin, ku aloztirkirina zêdetir a rewşa navçeyê, encamên nerênî û nexwastî yên ewlehiyê û mirovî jê derdikevin.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê James Thornton amade bû, rewş û pêşhatên meydanî yên Iraq û Sûriyê hatin guftûgokirin. Tekezî li wê hat kirin, ku şer û tundûtûjî ne di berjewendiya ti aliyekî de ye û pêwîst e bi guftûgo pirsgirêk bêne çareserkirin. Herwiha amaje bi wê jî hat kirin, ku aloztirkirina zêdetir a rewşa navçeyê, encamên nerênî û nexwastî yên ewlehiyê û mirovî jê derdikevin.

Di civînê de herwiha guftûgo derbarê guhartinên Iraqê de jî hatin kirin û tekezî li çareserkirina bingehîn a pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê hat kirin, ji ber ku ew di berjewendiya hemû xelkê Iraqê de ye.

Şanda mêvan pesnê pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, bo encamdana çaksaziyê di dam û dezgehên hikûmî de, bi taybetî jî di Wezareta Pêşmerge de.

Nûçeyên têkildar