26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê dikare bibe navendeke bazirganiyê li navçeyê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel serok û endamên Encûmena Karmendên Amerîkayê civiya.

Îro Sêşma 15.10.2019an Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandek Amerîkayê ku ji serok û endamên Encûmena Karmendên Amerîkayê pêk dihatin kir.

Di civînê de Nûnera Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Abdulrehman amade bû.Herwiha derbarê pêşketina abûriyê di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê da hat gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê da da zanîn kabîneya nnû ya Herêma Kurdisitanê hewl dide çavkaniyên abûriyê yên Herêma Kurdistanê zêdetir bike. Bi taybetî kar li ser geşkirina cotkariyê kar dike. Mesrûr Barzanî da zanîn jî derfeta wê yekê jî heye ku Herêma Kurdistanê bibe navendeke bazirganiyê belkî ne tene li Iraqê li seranserî navçeyê.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku bi wê aramancê ew asankariyê ji veberhênana xwemalî û biyanî ra dikin.

 

Nûçeyên têkildar