26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bo Yekîtiya Ewropa: Alîkariyên hûn didin Iraqê bila para me jî tê de hebe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP-info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Martin Huth Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê kir ku ew alîkariyên ku Yekîtiya Ewropa dide Iraqê para Herêma Kurdistanê jî tê de hebe.

Îro Sêşema 15.10.2019 Nêçîrvan Barzanî û Martin Huth Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê civiyan û di wê hevdîtinê de balyozê mêvan kêfxweşiya xwe bi pêşkeftin û aramiya li Herêma Kurdistanê nîşan da û behsa program û pilana Yekîtiya Ewropa ji bo piştgîriya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir, bi taybetî jî di warê reform û çaksazî û pêşxistina dezgehên hikûmetê û jinavbirina terorê.

Di wê hevdîtinê de herwiha herdû aliyan behsa çend mijaran kirin, mîna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û hevkarî û hevahengiya ewlehî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de û pêşhatên rewşa Iraqê û xwepêşandanên vê dawiyê li Iraqê û pêşhatên Sûriyê û operasyona rojhilatê Furat û bandora wê li ser asayiş û ewlehiya navçeyê û metirsiya serhildana terorê û çawaya rûbirûbûna wê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji Martin Huth Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê kir ku ew hevkarî û alîkariyên ku Yekîtiya Ewropa dide Iraqê para Herêma Kurdistanê jî tê de hebe. Herwiha daxwaz jê kir ku di proseya reform û çaksaziyên dewletê de Yekîtiya Ewropa alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Nûçeyên têkildar