Liqê yek bîreweriya karesata yekê şubatê sax kir

Berdewamî dan bi saxkirina helkeft û bîreweriyan ji layê liqê yekê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve duhî li roja înê li hola Yekîtiya Nivîserên Kurdistanê tayê dihokê nivîsîngeha rewşenbîrî û ragehandina liqê yekê Partî bi amadebûna birêz (Ebdulxaliq Babîrî)berpirsê liqê yek û jimareka zor ji kadr û helbestvan û nivîseran rabû bi saxkirina bîreweriya diltezîn ya (1ê şubatê) ewa li baregayê liqê dû yê Partiya Demokrat a Kurdistanê û melbendê sê yê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan li hewlêra paytext berî neh salan rûdayî ku têda jimareka serkirdên herdû partan û dehan hawlatiyên bê guneh bûne qurban.
Ev bizave ya pêkhatîbû ji peyva berpirsê liqê yek ku têda çend runkirnek berdane ser wê kiriyara tîrorstî û paşan berpirsê liqê baruduxê evro yê herêma Kurdistanê û Îraqê û rojhelata navîn şirovekir paşan pêşkêşkirina çend hozanan ji layê hozanvanan (Remezan Îsa û Mihsin Quçan û Hesen Nurî) paşan her bi heman helkeft fîlmekê dîkomêntî hate pêşkeşkirin bo amadebuiyan




