26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezareta Pêşmerge dê li ser 3 pirsên girîng danûstandinan bi Bexdayê re bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şandeke pilebilind dê serdana Bexdayê bike ji bo gotûbêjkirina 3 pirsên girîng ligel Hikûmeta Iraqê.

Sekreterê Rojnamevanî yê Wezareta Pêşmerge Mîran Bekir ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryar e îro Yekşema 13.10.2019 şandeke pilebilind ji Wezareta Pêşmerge biçe Bexdayê bike û li wir bi berpirsên pilebilind ên Wezareta Bergîriyê ya Hikûmeta Iraqê re 3 pirsên girîng danûstandinan bike.”

Mîranî wiha got: “Ew 3 pir jî ev in: Avakirina xalên hevbeş di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de, ku berê biryar li ser hatibû dan. Metirsiya ser navçeyên Kurdistanî yên madeya 140, nexasim ew valahiya ku di navbera xalên Pêşmerge û hêzên Iraqê de heye. Ya sêyem jî, dê danûstandinan li ser mûçeyê Pêşmerge bikin.”

Nûçeyên têkildar