26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta herêma Kurdistanê şehîdên 1ê sibatê bibîrtîne

Çavkanî: KDP.info

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîdên 1ê sibatê bibîrtîne.

Hikûmeta herêma Kudistanê bi minasebeta 9 saliya karesata 1ê sibatê careke din tekîdê li ser helwestê xwe yê di warê îdanekirin û şermezarkirina teror û terorîstan dike û dibêje ku ew dê li ser berhingarbûna teror û terorîstan berdewam be.

Teksat daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê li jêr e:


Bi minasebeta 9 saliya karesata 1ê sibatê a sala 2004ê ku, hijmareke ber bi çav a serkirde, berprisên siyasî û îdarî û hevwelatiyên herêma Kurdistanê tê de şehîd û birîdar bûn, hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêz û hurmet ve şehîdên wê karesatê bibîrtîne û yada wan pîroz radigire.

 

Bi vê minasebetê careke din em tekîdê li ser  helwestê hkûmeta herêma Kudistanê yê di warê îdanekirin û şermezarkirina teror û terorîstan dikin û hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser berhingarbûna teror û terorîstan berdewam be.

 

Silav û rêz bo canê pakijê şehîdên yekê sibatê û tevaya şehîdên Kurdistanê

 

Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê
31.01.2013

 

Nûçeyên têkildar