26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî bo şanda Fransa: Rewşa Iraqê hestyar e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransa li Iraqê civiyan û di wê hevdîtinê behsa rewşa Iraqê kirin.

Di wê hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê got ku rewşa Iraqê hestyar e û pêwîst e welat di nava aramiya siyasî û ewlehî de be. Herwiha tekez kir ku metirsiya serhildana DAIŞê li Iraqê gefeke cidî û bi rastî ye.

Di hevdîtinê de ku konsulê Fransa li Hewlêrê jî amade bû, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya rola Fransa û serokê wê kir di alîkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê de.

Nêçîrvan Barzanî û şanda Fransa tekez kirin li ser pêşxisitina pêwendiyên Fransa û Herêma Kurdistanê. Herwiha behsa rewşa niha ya Iraqê û pêşhateyên ewlehî yên Bexdayê û parêzgehên din kirin.

Herwiha behsa arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û diyaloga çareseriyê, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, pêwîstiya hevahengiya di navbera artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên madeya 140, kirin.

Nûçeyên têkildar