26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Navçe di rewşeke hestyar re derbas dibe û divê em yekrêz bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku navçeya Rojhilata Navîn di rewşeke hestyar re derbas dibe û divê Kurd yekrêziya xwe bihêz bikin û nakokiyên xwe bidin aliyekî û berjewendiya Kurdistanê di ser her tiştî re bigrin.

Li navenda Polîtbûroya PDKê li Pîrmam Fazil Mîranî pêşwazî li şandeke Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de Mîranî behsa rewşa Herêma Kurdistanê û navçeyê kir.

Mîranî ragihand: “Navçeya Rojhilata Navîn di rewşeke hestyar re derbas dibe û divê Kurd yekrêziya xwe bihêz bikin û nakokiyên xwe bidin aliyekî û berjewendiya Kurdistanê û xelkê wê di ser her tiştî re bigrin.”

Fazil Mîranî behsa rewşa Iraqê û xwepêşandanên ku niha li wir diqewimin kir û wiha got: “Mafê xelkê heye ku derkevin xwepêşandanan û daxwaza mafên xwe yên rewa bikin, lê gendelî û nebûna xizmetan di hemû hikûmetan de hebûye û ne tenê di hikûmeta serokwezîrê niha de, em hêvî dikin ku rewş aram bibe û hikûmeta Iraqê di xizmeta xelkê xwe de be.”

Nûçeyên têkildar