Serok Barzanî sersaxî ji malbata Pro. Îzedîn Mistefa Resûl re xwest

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya wêjevanê Kurd Prof. Dr. Îzedîn Mistefa Resûl peyameke sersaxiyê belav kir.
Ev jî peyama Serok Barzanî ye:
“Bi xemgîniyê ve me nûçeya koça edîb û dîroknivîs û kesayetiyê navdar, Pro. Dr. Îzedîn Mistefa Resûl bihîst.
Bi vê helkefta xemgîn ez pirse û sersaxiyên xwe ji malbata rêzdar û hemû rewşenbîran û xizm û hevalên mamostayê koçkirî re dişînim û beşdarî xema we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im giyanê Kak Îzedîn bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bide hemû aliyekî.”




