26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Jidestdana Îzedîn Mistefa Resûl ziyaneke mezin e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo koça dawî ya Profesor Dr Îzedîn Mistefa Resûl peyamek belav kir û tê dê got, jidestdana Îzedîn Mistefa Resûl ziyaneke mezin e ji bo tevgera rewşenbîrî li Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje: “Bi mixabiniyek mezin ve, me koça dawî ya Profesor Dr Îzedîn Mistefa Resûl bihîst. Dr. Îzedîn Mistefa Resûl, rolek wî ya diyar, di bizava ronakbîrî û wêjeyî ya kurdistanê de hebû û ji ber vê yekê, jidestdana nivîskar û wêjevanekî wiha mezin, ziyaneke mezin e ji bo tevgera rewşenbîrî li Kurdistanê. Herwiha pirse û serxweşiya xwe arasteyî malbata wî û hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û ji Xwedayê mezin dixwazim, ku cihê wî buhişt be.”

Nûçeyên têkildar