26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Kanada dixwazin di hemû waran de pêwendiyên xwe pêş bixin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Kanadayê li Iraqê civiya. Barzanî di civînê da tekez li ser parastina serkeftinên li ser DAIŞ da û destpêkirina qonaxa avadankirina navçeyên ziyanberketiyên şer û vegerana koçber û penaberan ji bo cîh û warên wan kir. Her wiha spasî piştevaniya Kanada ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî DAIŞê da kir.

Îro pênçşemê 03/10/2019 li Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li hevdîtinek da li gel Balyozê Kanada li Iraqê Paul Gibbard ku Rêvebera Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanada li Hewlêr Ashley Durec tê de amade bû, bi kurtî di derbarê program û karên herî li pêşî yên wan li Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexda û çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûr xiste rû. Her wiha pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel Kanada di hemû waran de dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve Gibbard Balyozê Kanada li Iraqê xweşhaliya xwe bi asta peywendiyên wan li gel Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û hêviya berev pêşvebirina zêdetirê pêwendiyan xwest.

Nirxandina rewşa siyasî ya Iraqê, cîbicîhkirina destûr, rêgirîkirina li serhildana terorê, rewşa koçber û penaberan û sûdwergirtina ji ezmûnên serkeftiyên Kanada, aliyeke dinê vê hevdîtinê bûn.

 

Nûçeyên têkildar