Nêçîrvan Barzanî bo şanda Amerîka: Arîşeyên me û Bexdê divê li gorî destûr çareser bibin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şamdeke Amerîkî bi serokatiya Senator Xanim Tamî Baldwîn kir û di wê hevîdtinê de Nêçîran Barzanî tekez kir li ser çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê Iraqê.
Nêçîrvan Barzanî û şanda mîvan behsa rewşa niha ya Iraqê, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û çareserkirina wan arîşeya, mijara petrolê û para Kurdistanê ji budceyê Iraqê, û behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka û çareserkirina rewşa koçberan bi rêya vegera wan bo ser mal û halê xwe, û behsa metirsiya serhildana DAIŞê, kirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir li ser spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de, ku gelekî alîkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye.”
Ji aliyê xwe ve şanda mêvan hurmeta wê hebû ji bo qurbaniyên Pêşmerge di şerê li dijî terorê de û tekez kir li ser berdewamiya piştgiriya Amerîka ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê.




