26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Mam Celal sembolek e bo karê hevbeş li Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya dûyemîn salvegera koça dawî ya Mam Celal, di peyamekê de dibêje: “Pêwendiya bihêz a di navbera Serok Mam Celal û Serok Mesûd Barzanî de qonaxeke bihêz ji bo karê hevbeş li Kurdistanê pêk aniye û di encamê wê de ji bo cara yekem pêgeheke bihêz ji bo Kurdan li Iraqê dirûst bû.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Îro em salvegera rêberekî xebatgêr dikin, ku wefata wî valahiyeke mezin di meydana siyasetê û dewletê de çêkiriye. Di nava arîşeyên Iraqê û navçeyê de niha zêdetir ji hemû gavan hest bi valahiya ku Mam Celal çêkiriye, tê kirin. Bi rastî Mam Celal sembolek bû ji bo karê hevbeş.”

Serokê Herêma Kurdistanê wiha dibêje: “Pêwendiya bihêz a ku di navbera Serok Mam Celal û Kekê Mesûd Barzanî de hemû, qonaxeke bihêz ji karê hevbeş li Kurdistanê pêk aniye û di encama wê de jî ji bo cara yekê pêgeheke bihêz ji bo Kurdan û pêkhateyên din ên Iraqê di dewleta Iraqê de dirûst bû û demokrastiyê li Iraqê geşekirineke mezin hat dîtin.”

Nêçîrvan Barzanî wiha domand: “Mam Celal piştevankerekî pir mezin bû ji bo karê min û ji çespandina karê hevbeş û birêvebirina hevbeş li Herêma Kurdistanê. Niha baştirîn wefadarî ji bo canê wî jî ew e ku em yekrêziya gelê me ye û hevbeşî ye di karê siyasî û di rêvebirinê de, herwiha hevhelwêstî ye di navbera PDK û YNKê û hemû partiyên Kurdistanî li ser pirsên hevbeş ên Kurdistan û Iraqê.”


 

Nûçeyên têkildar