Kanada: Em amade ne alîkariya Hikûmeta Kurdistanê bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê, Paul Gibbard kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku di warê ezmûna sîstema federalî de ew amade ne alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.
Îro Pêncşema 3.10.2019 li Hewlêrê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Baloyozê Kanada li Bexdayê, Paul Gibbard û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de balyozê Kanada diyar kir ku Kanada amade ye alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike bi taybet di warê ezmûna sîstema federalî de.
Wî dîplomatê Kanada herwiha pesnê kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê da ku girîngiyê dide jinan.
Di civînê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê her wiha rewşa penaberên Iraqî yên li Herêma Kurdistanê hat kirin.




