26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Balyozê Îranê guhertinên li Iraq û navçeyê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî û şanda pê re kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa guhertinên dawî yên li Iraq û navçeyê kirin.

Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de û guhartinên li Iraq û navçeyê hatin kirin.

Balyozê Îranê li Iraqê ragihand, em bi geşbînî li Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dinêrin, ku pêwendiyên di navbera herêma kurdistanê Îranê de pêş bixe û amadehiya welatê xwe ji bo her hevkariyekê di wê derbarê de derbirî.

Herwiha herdu aliyan tekezî li ser çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fedral de li ser binemayên destûr kirin.

Nûçeyên têkildar