Nêçîrvan Barzanî: Divê li Kurdistanê yasa serwer be û dadwer serbixwe bin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê kir û di wê civînê de tekez kir ku divê li Herêma Kurdistanê yasa serwer be û deselata dadwerî li Kurdistanê serbixwe be.
Nêçîrvan Barzanî îro Sêşema 1.10.2019 pêşwazî li Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê kir.
Di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku divê li Herêma Kurdistanê yasa serwer be û deselata dadwerî li Kurdistanê serbixwe be, bi awayekî ku ew deselat cihê baweriya xelkê Kurdistanê be. Herwiha got ku ew amade ye piştgîriyê bike li Encûmena Dadweriyê, lê di çarçoveya yasayê de.




